PKKê keçeke 15 salî revand û bavê wê di dema lêgerîna wê de jiyana xwe ji dest da

PKKê keçeke 15 salî revand û bavê wê di dema lêgerîna wê de jiyana xwe ji dest da

Bavê keçekî gerîla ya hatî revandin û ji aliyê PKKê ve hatiye veşartin, bi hesreta dîtina keça xwe di bilindayiya çiyayekî Sine jiyana xwe ji dest da.

Malpera Ava Today ragihand, beriya çend hefteyan rêxistinên PKKê keçeka 15 salî xapanidbû û ew birin nav rêzên Partiya Jiyana Azada Kurdistanê “PJAK” ê baskê PKKê yê Rojhilata Kurdistanê, PJAKê hemû zanyariyên derbarê wê keçê jî ji bavê wê veşartin.

Bavê wê keçê yê bi navê Abdîn Nasirî ku xelkê bajarê Sine ye, di dema lêgerînê li keça xwe, ji ber tênîbûn û bêaviyê li çyayekî bilindê Sine dilê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest da.

Abidîn Nasrî wek hemû bav û dayîkên ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin, çiya û cîh nemaye li dû keça xwe de negere û roja Pêncşem a borî jê re gotine keça te li bilindayiyên navçeya Kelaterzane ya Sine ye, ew jî berê xwe dide çiyayê Heware Berze Berqir û li dû keça xwe de digere, lê ji ber germa zêde û nebûna ava vexwarinê dilê wî radiweste û termê wî ji aliyê xelkê gundê Berqir ve tînin xwarê.

Yek ji merivên Abidîn Nasrî ragehandiye: ‘’Xelkê Rojhilat ji dest PKKê û PJAKê bêzar bûne û zarokên wan dibin bo beşên din ên Kurdistanê û bi taybet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê didin kuştin. Derbarê zarokên malbatan de ti agahiyekî nadin  û ezabeke mezin didin wan û ev belayekî berdewam e’’.

Beşek ji xelkê navçeya Kelaterzan daxwaz dikin ku: ‘’Ew karê naexlaqî û dijî mirovahiyê yê PKKê û PJAKê ji çapemeniyê re bê ragehandin. Ji ber reftarên wan û veşartina wan a zanyariyên derbarê zarokên wan de ti bingehekî xwe tine û eger şoreş û tekoşîn û xebat waha ye, xelk dixwaze bin destê dagirkeran de be baştire ji vê reftarê’’.

Pustên heman beş