Elî Ewnî: Cemîl Bayik çêkiriyê MÎT ê ye û ew bi rê ve dibin

eli-ewni-pkk-turkey-mit-cemil-bayik-kck

Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, Cemîl Bayik ku çêkiriyê dezgeha îstxbarata ya Tirkiyê ye, ji bo pêkanîna armancên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dike.

Endamê Serkirdayetiya PDK Elî Ewnî îro yekşemî 10ê Tîrmehê daxuyanî bo ((wishe.net)) da û ragihand ku Cemîl Bayik û PKK li Germiyanê neji bo ku destê MÎT ê bikşînin wê derê û got: «Gelo ew dixwazin ji wir şerê cendirme û Tirkiyê bikin çima û çawa?».

Germiyan 300 kîlometran dûrî Tirkiyê ye û PKK çawa li wir şerê cendirmeyan dike?

Got jî: «PKK û serkirdeyên wê MÎT in û bo MÎTê kar dikin, lewra heta PKK bimîne, MÎT xema kesekî din nake, karê PKK ewe Herêma Kurdistanê ti pêşketinekê nebîne.«

Awnî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji destên dagirker û axayên Cemîl Bayik hatiye rizgarkirin û tu kes nikare destwerdanê tê de bike, Herêma Kurdistanê pêkhateyeke yasayî û destûrî wergirtiye, PKK ji Germiyanê şerê Tirkiyê dike!! Diyare Cemîl Bayik çêkiriyê MÎT ê ye.

Pustên heman beş