New York rênimayên xweparastina di dema êrîşa çekê atomî de belav kirin

Nuclear-Bomb-Explodes

Beşa Hawarçûnê ya li bajarê New Yorkê rênimayên xweparastina di dema bikaranîna çekê atomî de belav kir.

Medyaya Amerîkayê îro sêşemê 12ê Tîrmeha 2022yan ragihand, Beşa Hawarçûnê ya bajarê New Yorkê yê Amerîkayê rênimayên pêwîst ji bo dema bikaranîna çekê atomî bo welatiyan belav kir û daxwaz kir ku di wê demê de ji pencere û deriyan dûr bikevin û xwe li jêrzemînan veşêrin.

Beşa Hawarçûnê ya bajarê New Yorkê ji welatiyan daxwaz kiriye, di dema bikaranîna çekê atomî de xwe ji cilûbergên ku bandora ronahiyê li ser dirust dibe, dûr bixin.

Herwiha diyar kiriye ku divê di dema êrîşa çekê atomî de ji xweşûştinê dûr bin û li benda wan rênimayan bin, ku bi rêya telefon û medyayê ve têne şandin.

Beşa Hawarçûnê eşkere kiriye, êrîşkirina ser New Yorkê bi çekê atomî, pêşbîniyeke dûr e, lê belê divç nişteciyên bajêr, van rênimayan bizanin.

Di 24ê Sibata 2022yan de şerê Ukraynayê dest kiriye, Rûsyayê li rojhilat û naverast êrîş kir ser Ukraynayê, weke karvedanek, Amerîka di alîkarîkirina serbazî û mirovî bo Kîevê de berdewam e, vê yekê jî Moskow nîgeran kiriye.

Pustên heman beş