Istixbarata Îranê 10 kes li sînorê Herêma Kurdistanê girtin

Istixbarata Îranê 10 kes li sînorê Herêma Kurdistanê girtin

Wezareta Îtilaat a Îranê ragihand, hêzên wan 10 kes ji endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê desteser kirine.

Di daxuyaniyeke nivîskî de Wezareta Îtilaatê dibêje, hêzên wan bi alîkariya Supaya Pasdaran li parêzgeha Urmiyê endamên toreke ser bi hêzên dijberê Komara Îslamî ya Îranê desteser kirine.

Îtilaata Îranê wan kesan tohmetbar dike ku xwestine êrîşî ser navend û saziyên aborî bikin û karên weke teqîn û têkdana cihên hesas bikin.

Daxuyaniya Wezareta Îtilaatê di demekê de ye ku rojên bihorî hejmarek welatiyên sivîl li bajarên Şino, Mihabad, Pîranşar û Miyanduavê ji aliyê hêzên Îtilaatê û Supaya Pasdaran ve hatine desteserkirin.

Pustên heman beş