Di raporekê de, Netewên Yekbûyî diyar kir ku wê binpêkirinên giran ên aliyên cuda li Sûriyê, di nav wan de Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û baskê wê yê Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li dijî zarokan di sala 2021ê de piştrast kiriye û nîgeraniya xwe ji zêdebûna bikaranîna zarokan di pevçûnan de li vî welatî derbirî.
Raporta Guteres çi eşkere kiriye?
Rapora Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî, Antonio Guterres, bi sernavê “Zarok û Pevçûnên Çekdarî yên sala 2021” de, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî revandina 1296 zarokan ku ji wan 1258 kur û 38 keç di sala 2021 ê de ji hêla gelek aliyan ve piştrast kiriye û piraniya van zarokan di şerên Sûriyê de hatin bikaranîn.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, 221 haletên leşkerkirinê li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatine tomarkirin, ji wan 220 li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
Binpêkirnên HSDê û Ciwanên Şoreşger
Raporê nîgeraniyeke mezin der barê zêdekirina leşkerkirin û bikaranîna zarokan ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve nîşan dide, û daxwaz ji wan dike ku dawî li hemû binpêkirinan bînin.
Di dewama raporê de hat gotin ku 10 zarok di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de, 5 zarok di nava Tevgera Nûredîn El-Zenkî de, 2 zarok di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de hatine tevlîkirin.
Di raporê de hat ragihandin ku di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya girêdayî PYDê de, 24 zarok hatine leşkerkirin û Neteweyên Yekbûyî jî revandina 8 zarokan (2 kurr û 6 keç) ji aliyê ciwanên şoreşger ve piştrast kir.
Çeteyên Tirkiyê binpêkirinên mezin encam dane
Hejmara zarokên ku ji aliyê milîsên alîgirê Tirkiyê yên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve hatine wergirtin gihişt 569an û wiha ye: El-Şam (103 zarok) Lîwaya El-Hemzat (48) Ehrar El-Şam (41) Suqur El-Şam. (38) Eniya El Şerqiye (23) Sultan Murad (19) Eniya Şam (16) Eniya Îslamî (16) Ceyş El-Nasr (8) Ceyş El-Şerqiye (7) Semerqend (5) Mertalê Feratê (4) Partiya Tirkmen (2) Beşa El-Mutesim (2) Ehrar El-Şerqiye (1) Ceyş el-Sûnne (1) Komên ne diyar (235) yên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) Li gorî raporê, hejmara zarokên tê de hatine erkdarkirin gihişt 380’î.
Derbarê hêzên rêjîma Sûriyê û yên girêdayî wê de, ew berpirs in ji tecnîdkirina 46 zarokan, di heman demê de milîsên ser bi rêjîmê ve, di nav wan de Hêzên Berevaniya Niştimanî, 35 zarok leşker kirin.
Li gorî heman raporê, Neteweyên Yekbûyî 45 êrîş li ser 28 dibistan û 17 nexweşxaneyan piştrast kirine, ku ji wan 23 êrîşan hêzên rejîma Sûriyê, 8 ji wan jî Hêzên Erka Xweparastinê yên HSD’ê berpirsyar in û hêzên ewlekariya navxweyî jî “Asayîşa PYD” ji 3 êrîşan berpirsyar in û aliyên opozîsyonê jî ji 3 êrîşan berpirsyar in.
PKKê û PYDê bi sedan zarokên Kurd revandine
Şirovekar di wê baweriyê de ne ku binpêkirinên ku ji aliyê hemû milîsên şerker li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê li dijî hemû çînên xelkê têne kirin, gelek zêdetir in.
Ew piştrast dikin ku hejmarên ku di raporê de hatine destnîşan kirin rastiya li ser erdê nîşan nadin, bi rastî ev hejmar pir mezintir in.
Hêjay gotinê ye, PKK, dest û baskên wê û bi taybetî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi sedan zarokên kurd ên temenê wan di navbera 14 û 15 salî de leşker kirine, da ku wan di şerê xwe de bikar bînin.