Pentagon razî nîne Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike

Pentagon razî nîne Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike

Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul ragihand, ew li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê li Sûriyê ne. Stroul got ku operasyona Tirkiyê di berjewendiya DAIŞ’ê de ye.

Radyoya Dengê Amerîka ragehandiye, Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul li ser egera operasyona Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nerazîbûn nîşan daye.

Dana Stroul roja Çarşemê li Washingtonê di forumekê de diyar kiriye, ew ê bi tundî dijî her operasyoneke Tirkiyê ya li Sûriyê derbikevin û di vê mijarê de nerazîbûna xwe gihandine Tirkiyê.

Dana Stroul diyar kir jî, operasyona Tirkiyê bi kêrî DAIŞ’ê tê û wiha got; gelek girtiyên DAIŞê di girtîxaneyên HSD’ê de ne, eger Tirkiye operasyonê bike û HSD berê xwe bide ber aliyê bakur û sînor, dê êrişên DAIŞ’ê zêdetir bibin. Stroul got ku operasyona Tirkiyê, dê tekoşîna Amerîka ya li dijî terorê bixe metirsiyê.

Di derbarê HSD’ê de jî, Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka wiha got, eger HSD di bin zextan de bimîne, dibe bikeve di bin banê hin welatên din de, dibe jî HSD ligel Sûriye, Rûsya û heta Îranê jî hevalbendiyê bike.

Pustên heman beş