AFP: Erdogan dîsa gefê li Swêd û Fînlandayê dixwe 

AFP: Erdogan dîsa gefê li Swêd û Fînlandayê dixwe 

Li gor nûçeyeke ajansa AFPê, Serokomarê Tirkiyê dîsa gefê li endambûna Swêd û Fînlandayê bo NATOyê dixwe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro piştî civîna kabîneya xwe axivî û diyar kir, eger Swêd û Fînlandayê ji bo endambûna NATOyê şertên memorandûma ku îmze kirine, bi cih neynin, ew ê vê pêvajoyê bidin sekinandin.

Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Em dibînin ku Swêd dîmeneke baş nade xuyakirin. Em weke Tirkiyê sekna me gelek zelal e. Edî ew dizanin.”

Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû, ew belgeyên ku Swêd û Fînlandayê li ser kesên daxwazkirî ji bo endambûna xwe di NATOyê de ji Tirkiyê re şandine, daxwazên Enqerê têr nake.

Mevlut Çavuşoglu gotibû, Tirkiyê ji NATO, Swêd û Fînlandayê re ragihandiye ku Enqere derbarê endambûna wan de li ser şertên xwe rijd e, endambûna wan li ser bersivên wan herdu welatan (Swêd û Fînlanda) bo merc û xwestekên Tirkiyê ve girêdayî ye.

Pustên heman beş