Cenazeyên 8 gerîlayên PKK’ê li çiyayê Kurejar tên dîtin, guman tê kirin PKK’ê bi xwe ew gerîla kuştibin.
Yek ji şêniyên nahiya Şêladizê ku nexwest ji ber parastina canê xwe navê wî were eşkere kirin ji “Darka Mazî” re ragihand, ji aliyê şêniyên Şêladizê ve yên ku diçin çiyayê kurejar cenazeyên 8 gerîlayên PKK’ê hatine dîtin ku tev bi gulleyên kelaşînkofê hatine kuştin û dema 19 rojane ew cenaze li ber deriyê şikefta Gaberê bêy xwedî mane.
Ev şêniyê nahiya Şêladizê dibêje, li gor gotinên şivan û kesên ku seredana çiyayê Kurejar dikin, 8 cenazeyên gerîlayên PKK’ê yek jê zilam û 7 jin, li ber deriyê şikefta Gaberê ku dikeve pişta Tata Mahîna li çiyayê Kurejar ê hindavî nahiya Şêladizê li Başûrê Kurdistanê ketine.
Guman tê kirin ev 8 gerîla ji aliyê PKK’ê bi xwe ve hatibin kuştin, ji ber ku wan xwestiye xwe radestî saziyên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, lê belê ji ber ku ev yek li cem PKK’ê bi îxanet tê naskirin ew gerîla gullebaran kirine.
Her weha eşkere kirin, li roja 7/7/2022yan hin ji şêniyên Şêladizê xwestine biçin û cenazeyên wan gerîlayan binax bikin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê li ser vê Herêmê nekarîne vî karî encam bidin.