Li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê du gundên din ji ber şerê PKKê hatin valakirin.
Sekreterê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Mehdî Mehmûd ji BasNewsê re got, li deverên Mawet û Şarbajêr yên Silêmaniyê binke û baregehên PKKê hene û Tirkiye jî wan deveran bordûman dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.
Mehdî Mehmûd her wiha got, herî dawî li Şarbajêr gundên Qamîşî Gelale û Dolesûr hatin valakirin. Bi rastî karesat e.
Mehdî Mehmûd, ku endamê serkirdetiya Yekgirtû ye jî, da zanîn, divê aliyên pêwendîdar ji PKKê re bêjin binke û baregehên xwe li wan deveran rabike. Eger wisa neke xelkê belengaz dê bibin qurbaniyên şerê PKK û Tirkiyê.
Sekreterê encumena parêzgeha Silêmaniyê bang li PKKê kir rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û got, PKK baş dizane li ku be Tirkiye dê êrişî wir bike vêca çima dibin sebeba malwêraniyê. Bila ji gundan dûr bikevin.