2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

2 leşkerên Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li bakurê Sûriyê du leşkerên wan di êrişa YPGê de hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî di êrişeke YPGê de du leşkerên wan li bakurê Sûriyê birîndar bûn, piştî ku ew ji bo nexweşxaneyê tên veguhestin, canê xwe ji dest didin.

Duh jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyeke din de ragihandibû, 7 şervanên YPGê di êrişa wan de hatine kuştin.

Herwiha duh jî di êrişên dronên Tirkiyê de li Girê Spî û Eyn Îsayê serkirdeyekî HSDê canê xwe ji dest dabû û du sivîl jî birîndar bibûn.

Demek e Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe û Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşên xwe yên bi riya dronan li seranserî Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Pustên heman beş