Berdevkê Erdogan: Operasyona li dijî Rojava her kêliyekê dikare destpê bike

turkey-rojava-kurdistan-ypg-hsd

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “her kêliyekî dikare operasyon were destpêkirin” û got, ew dê ji bo operasyona li Sûriyê destûrê ji ti kesî nexwazin.

Îbrahîm Kalin di hevpeyvînekê de bi Bloombergê re tekezî li ser helwêsta Tirkiyê bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Kalin derbarê operasyoneke muhtemel a bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê got: “Em dê destûrê ji ti kesî wernegirin. Ne mecbûr in ku demê ji ti kesî ra rave bikin. Lê di çarçoveya nirxandina me ya li ser metirsiyên li ser ewlehiya xwe de, di her kêliyê de dibe ku operasyonek wiha were kirin”.

Tirkiye gefan dixwe ku ji bo parastina ewlehiya xwe ya netewî û parastina sînorên xwe yên bi Sûriyê re, dê êrîşî navçeyên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike, ji ber ku Enqere wan herdu hêzan weke baskên PKKê li Sûriyê dibîne û wan weke rêxsitinên terorîst bi nav dike.

Pustên heman beş