Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî kir

nechirvan-barzani-2022

Piştî banga Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hemû aliyên Iraqê ku li Hewlêrê bicivin û çareseriyekê ji bo rewşa Iraqê bibînin, bloka Çarçoveya Hevahengiyê (ya nêzîk li Îranê) pêşwazî li vê banga Nêçîrvan Barzanî ji bo diyaloga niştimanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê doh Yekşembê 31ê Tîrmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi dilgiraniyeke zêde rewşa siyasî ya Iraqê dişopîne û bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqî kir ku li Hewlêrê bicivin û ji bo çareseriya pirsgirêkan dest bi diyalogeke vekirî bikin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê dê her dem beşek be ji çareseriyê.

Serokê Kombûna Sened a Niştîmanî û Berdevkê Çarçoveya Hevahengiyê Ehmed el-Esedî derbarê vê destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî de li ser Twîtterê helwêsta wê bloka siyasî ya nêzîk li Îranê aşkere kir.

Ehmed el-Esedî dibêje, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li vexwendin û banga Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike ji bo diyaloga niştîmanî û tekez dike, ew ji bo çareserkirina kirîza niha amade ne da ku bigihin çareseriyên rasteqîne ku destûr û yasa û berjewendiya gelê Iraqê bingeha wan be.

Ew 3 roj in bi hezaran xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedr li ser banga rêberê wê tevgerê Muqteda Sedr derbasî navçeya Kesk a Bexdayê bûne û avahiya parlamentoyê kontrol kirine.

Xwepêşander dibêjin, heta Muqteda Sedr biryar nede û ji wan nexwaze, ew ji avahiya parlamentoyê û navçeya Kesk venakişin.

Li aliyekê din Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr şevê din di peyamekê de xwepêşandanên alîgirên xwe yên li navçeya Kesk a Bexdayê û Parlamentoya Iraqê weke “şoreşeke aştiyane” bi nav kir û bang li hêzên ewlehiyê û gel kir ku piştgiriyê bidin “şoreşê”.

Pustên heman beş