Li sînorê Silêmaniyê dronekê otomobîlek kir armanc

Li sînorê Silêmaniyê dronekê otomobîlek kir armanc

Balafireke bêmirov ya nenas kirî îro otomobîlek li ser rêya Çar qurne-Ranye ya navçeya Herêma Kurdistanê kir armanc û zirar li pey êrîşê hatine.

Îro roja duşemî 1\8\2022ê balafireke diron ya nenas kirî lê goman tê kirin ya dewleta Tirk be, otomobîleke ji corê Land Cruiser, li ser rêya Çar Qurne- Ranye ya navçeya Herêma Kurdistanê, kir armanc.

Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de kesek birîndar bûye û ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Derbarê bûyerê de hêj hûrgilî nehatine bidestxistin û nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê kê ve hatiye encamdan, lê belê Tirkiyê pêştir çend caran êrîşên bi dron li nav axa Herêma Kurdistanê li dijî berpirsên PKKê pêk aniye.

Pustên heman beş