Îran: Em dikarin bombeya Atomê çêkin!

Îran: Em dikarin bombeya Atomê çêkin!

Serokê Ajansa Atomî ya Îranê Muhammed Îslamî derbarê bernameya nukleerî û peymana nukleerî ya 2015an de daxuyanî dan.

Li gorî nûçeya malpera “Entekhab” Îslamî gotiye, “Îran niha xwedî wê şiyana teknîkî ye ku dikare bombeya atomê çêke, lê niha di rojeva wan de nîne.”

Îslamî herwiha rexne li Ajansa Atomî ya Navdewletî (UAEA) girtiye û daxwaz kiriye, li hember wan çêker tevbigerin û îtibarê bi tawanbariyên bê bingeh neyînin.

Li aliyê din Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û serokê heyeta danûstandinên peymana nukleerî Elî Bakirî, doh 31ê Tîrmehê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku heger Amerîka amade be, ew jî amade ne di demeke kurt de danûstandinên vegera li peymana nukleerî bigihînin encamê.

Pustên heman beş