Li Amedê 90 rojin 3 taxan ava vexwarinê nîne

Li Amedê 90 rojin 3 taxan ava vexwarinê nîne

Li navçeya Surê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li taxên Zeynikan, Zozinca Mezin û Yeşilli nêzîka 3 mehan ava vexwarinê nîne û ligel ku nîştecihên taxan serlêdana Rêveberiya Jêrxane û Avê (DISKI) ya girêdayî şaredariya parêzgehê kirine ti encam bi dest nexistine.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê peyamek belav kir û got: “Li Amedê 3 taxên girêdayî navçeya Surê 3 mehên bê av in. Ligel ku nîştecihên taxan di serî de Rêveberiya Jêrxane û Avê ya Amedê (DISKI) û  hemû saziyên peywendîdar agahdar kirine lê ev 3 meh in ti çareseriyek nehatiye dîtin. Em şopdarê mijarê ne.”

Tosun ragihand ku derbarê mijarê de pirsyarnameyek bo Wezîrê Navxwe û Wezîrê Çandinî û Daristanê pêşkêş kirine û bo pirsgirêk bê çareserkirin dê proseyê bi şopînin.

Li gor gotina nîştecihên taxan ew bixwe ava vexwarinê peyda dikin û derveyî taxên wan li çend taxên din yên Surê heman pirsgirêk heye û boriyên jêrxaneya bajêr jî li gelek cihan şikestine û zerareke mezin dîtine.

Beriya çend rojan Parlamenterê HDPê Garo Paylan jî derbarê heman pirsgirêkê ya li gundên navçeya Çermûkê ya ser bi parêzgeha Amedê pirsyarnameyek bo parlamentoya Tirkiyê pêşkêş kiribû.

Pustên heman beş