Tirkiye idîa dike 68 Gerîla di tîrmehê de hatine kuştin

Tirkiye idîa dike 68 Gerîla di tîrmehê de hatine kuştin

Dewleta Tirk îro amarên meha tîrmehê yên zirarên canî yên PKKê îlan kirin û li gorî wê, 68 Gerîla hatine kuştin.

Berdevkê wezareta karên navxwe ya Tirkiyê, Islam Çataklî îro roja çarşemî 3/8/2022ê eşkere kir, di meha tîrmeha sala 2022 ê de, artêşa Tirkiyê li nav û dervey welat 68 çekdarên rêxistina PKKê kuştine.

Her wiha destnîşan kir, ji sercema van çekdaran, 7 jê fermandar bûne.

Di vê derbarê de navenda çapemenî û raghandinê ya HPGê her roj bê navbir daxuyaniyan dide û dibêje me ewqas esker kuştine.

Di daxuyaniyên çapemeniyê yên HPGê de ku di meha tîrmehê de hatine parvekirin, herî kêm 200 esker hatine kuştin.

Her yêk ji rêxistina PKKê û artêşa Tirkiyê her li navbera çend rojan amara şerê xwe yê saxte eşkere dikin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û tenê yê ku zirarê ji vî şerî dibîne gelê Herêma kurdistanê ye.

Pustên heman beş