Endamekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê di êrîşeke Tirkiyê de hat kuştin

tiltemir-turkey

Endamekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê ya girêdayî HSD’ê di encama bombebarana droneke Tirkiyê de hate kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê gundê Til Cuma yê Aşûrî yê Til Temirê li parêzgeha Hesekê bombebaran kir û di encamê de endamekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê hate kuştin.

Diyar kir jî, hêzên ser bi Tirkiyê ve gundê Tewîle yê ser bi Til Temirê ve da ber topan, bêyî ku ti zanyariyan li ser ziyanên canî yê wê êrîşê diyar bike.

Ev yek di demekê de ye, di dema dawî de êrîşên bejayî û asmanî yên Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de ne, zêde bûne.

Hevdem ligel gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Enqere fermandarên HSDê û kadroyên PKKê li ser xeta sînor dike armanc.

Pustên heman beş