Dironeke Tirkiyê bombe li Til Rifetê barandin, zirarên canî hene

Dironeke Tirkiyê bombe li Til Rifetê barandin, zirarên canî hene

Di encama bombebarana firokeyeke bêmirova Tirkiyê li navenda bajarê Til rifitê, 7 kes birîndarbûn di nav wan de zarok hene.

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirkiyê îro roja pêncşemî 4/8/2022 ê êrîşê bajarokê Til Rifetê kir û 7 kes ji wan du zarok, birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, birîna yêk ji birîndarên êrîşê girane.

Di 27ê tîrmehê de, çalakvanên Rewangeha Sûrî bo mafên mirov çavdêriya firokeyeke bê firokevana Tirkiyê kirin ku derdora bajarokê Til Rifetê kir armanc.

Pustên heman beş