Li herêmên sînorî leşkerekî tirk hate kuştin

Li herêmên sînorî leşkerekî tirk hate kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li navçeyên sînorîyên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê di şerê ligel PKK’ê de leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyê de hat ragihandin ku li herêma operasyona Pence-Kilîdê de di pevçûna bi PKK’îyan re leşkerê bi navê Reşad Ergîn jiyana xwe ji dest da.

Her çendî wezareta berevaniya Tirkiyê navê devera ku ew serbaz têde hatye kuştin eşkere nekir, lê li gor agahiyan, duh li çend gundên navçeya Amêdiyê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê de derketiye.

Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand, di encama gulebaranê de leşker birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, lê piştre ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Di 18/4/2022an de artêşa Tirkiyê li dijî baregeh û sitragehên PKKê yên li herêmên Zap, Metîna û avaşînê operasyoneke bejahî û asîmanî bi navê Pence-Kilîd dest pê kir.

Pustên heman beş