Yên ev kar encam day, bi zîndana hetahetayê hatin mehkûm kirin

iraq-baghdad-airport

Dezgeha dadwerî ya Iraqê 4 endamên grûpên çekdar bi tometa armanckirina firokexaneya navdewletî ya Bexdayê bi zîndana hetahetayî mehkûm kir.

Îro Yekşemê dadgeha tawanan a Kerx a Iraqê, bi tometa armanckirina firokexaneya navdewletî ya Bexdayê bi mûşekan, cezayê heta hetayî li ser 4 kesan derxist.

Dadgehê di daxuyaniya çapemeniyê de got, “Sûçdar di 28’ê Çileya 2022’an de beşdarî sûçê hedefgirtina balafirgeha Bexdayê bi mûşekan bûne.”

Wê got jî, “Biryara li dijî sûcdaran li gorî bendên 4/1ê yên Qanûna Dijî Terorê ya jimare 13 ya sala 2005’an tê.”

Ji aliyê xwe ve çavkaniyek Iraqî behsa beşek ji nasnameya wan tohmetbaran kir û got ku “Ev tohmetbar Şîe ne.”

Pustên heman beş