Hêzên Tirkiyê yên ku li ser sînor bi cih bûne, xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li ser rêya Dirbêsiyê – Amûdê kir armanc.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Hêzên artêşa Tirkiyê yên li derdora Serê Kaniyê bi cih bûne, gundê El-Tawîlah ê li gundewarê Til Temirê yê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bombebaran kir û top li gund û derdora wê ketin.
Da zanîn jî, hêzên Tirkiyê xaleke rêjîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê topbaran kir û her wiha çend top li derdora gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve ketin.
Rewangehê destnîşan kir jî, îro danê sibê hêzên Tirkiyê deverên Zirgan û derdora wê kirin armanc, di heman demê de droneke Tirkiyê birca hêlên pêwendiyan li nahiya Ebû Rasên a li bakurê Hesekê bombebaran kir ku hêlên pêwendiyê li herêmê hat birîn.
Duhî jî Artêşa Tirkiyê hejmarek gundên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê dabûn ber topan. Di encama topbarana li ser gundê Tel Ziwan ê li rojhilatê Qamişlo de welatiyekî sivîl birîndar bibû.