Kazimî kevirê binyata nûjenkirina firokxaneya Mûsilê dana

kazimi-naynawa-ninava-mousil-airport-mustafa

Bi armanca danîna kevirê binyatê yê projeya nûjenkirina firokxaneya Mûsilê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt wî bajarî.

Li gorî kenala K24 ê, îro Çarşemê 10ê Tebaxa 2022an, Serokwezîrê Iraqê bi serokatiya şandekê gihîşte Mûsilê û ji aliyê Parêzgarê Neynewa Nicim Cibûrî û berpirsên din ên bajêr ve pêşwazî lê hate kirin.

Kazimî di vê serdanê de kevirê binyatê ji bo projeya nûjenkirina firokxaneya Mûsilê datîne ku ji ber şerê DAIŞê, ziyaneke mezin gihîştibûyê.

Ev yek di demekê de ye, Parêzgarê Mûsilê Nicim Cibûrî duhî Sêşemê girêbesta dubarê avakirina firokxaneya Mûsilê bi kompanyayên navdewletî re îmze kiribû.

Pustên heman beş