Aliyên siyasî derbarê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de dicivin

krp-un-iraq-kurdistan-nechirvan-barzani

Biryar e aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê bicivin û biryarê derbarê dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de bidin.

Bi armanca dayîna biryarê derbarê dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 10ê Tebaxê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, dicivin.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert di civînê de amade dibe û wê pêştir pêşniyar kiribû ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di destpêka meha Adara bê de bên kirin.

Di dema borî de, aliyên siyasî yên Kurdistanê çend caran bi Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert re derbarê yasaya hilbijartinê û aktîvkirina Komisyonê û diyarkirina dema hilbijartinan de civiyabûn, lê negihîştin ti lihevkirinekê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir di roja 24/2/2022an de fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kiribû û biryar bû hilbijartin roja 1/10/2022an bihata kirin, lê aliyên siyasî li ser yasaya hilbijartinê û Aktîvkirina komîsyonê ne hevnêrîn bûn, çend caran jî aliyên siyasî ji bo wê pirsê civiyabûn.

Pustên heman beş