Hêzên Îranê li sînorê Urmiyê teqe li welatiyan kirin: kuştî û birîndar hene

Hêzên Îranê li sînorê Urmiyê teqe li welatiyan kirin: kuştî û birîndar hene

Hêzên Supaya Pasdaran li bilindahiyên Gader a navçeya Şino ya parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê gulle berdane hejmarek welatiyên sivîl ên xelkê navçeya Mergever a bajarê Urmiyê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, êvara roja Duşembê 8ê Tebaxê li navçeya sînorî ya Gader a navçeya Şinoyê, hêzên Supaya Pasdaran a Îranê teqe li 12 kesên sivîl ên xelkê navçeya Mergever a bajarê Urmiyê kirine, ku ji Başûrê Kurdistanê ve vedigeriyan Rojhilatê Kurdistanê.

Di encama gullberdana hêzên Îranê, kesekî bi navê Mihemed-Emîn Ehmedî xelkê gundê Lacan a Mergever a Urmiyê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha du welatiyên din ên bi navê Zirar Ehmedî û Uzêr Sabirî Azer jî ku herdu xelkê gundê Dizê yê Mergeverê ne, birîndar bûne.

Çavkaniyekî xwecihî li Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir, hejmarek kesên din jî ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve hatine desteserkirin.

Derbarê bûyerê de hêj rayedarên Îranê ti daxuyanî belav nekirine.

Li gor zanyariyên ku çavkaniyekî xwecihî dane Rûdawê, ew kes ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojhilatê Kurdistanê û ti kelûpel bi wan re nebûye.

Pustên heman beş