Tirkiyê kuştin leşkerekî ragihand û PKKe dibêje 15 leşker

Tirkiyê kuştin leşkerekî ragihand û PKKe dibêje 15 leşker

Wezareta bergiriyê Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona pençe- Kilîd” di nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kuştin, PKKe jî dibêje me îro 15 leşker kuştine!.

Li gor daxuyaniya Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê, îro 10ê Tebaxa 2022ê li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Mahsun Şimşek ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye, di encama, gulebarana çekdarên PKKê hatiye kuştin.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKKê îro kuştina 15 leşkerên Tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê ragihandiye!.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Pustên heman beş