Bexda: Jidestdana kontrola Kampa Holê li ser asayîşa cîhanê gef e

Bexda: Jidestdana kontrola Kampa Holê li ser asayîşa cîhanê gef e

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Bexdayê Ville Varjola, derbarê rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê de civiyan.

Qasim Erecî di hevdîtinê de ligel Ville Varjola, rewşa ewlehî û siyasî û hevkariya navbera Bexda û civaka navdewletî gotûbêj kirin.

Erecî ragihand, jidestdana kontrola Kampa Holê, li ser asayîşa Iraq û navçe û cîhanê bi giştî, gef e.

Kampa Holê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û kampa herî mezin a malbatên çekdarên DAIŞê ye û 71 hezar kes tê de dijîn.

Li kampê 20 hezar jin û 50 hezar zarok hene, herwiha 400 çekdar pasewaniya kampê dikin.

Beriya niha, Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî ragihandibû, 71 hezar kes li Kampa Holê niştecî ne, ku ji wan 29 hezar kes xelkê Iraqê ne.

Pustên heman beş