Rapirsiyek: %58 ji dengderan dengê xwe nadin Erdogan

erdogan-turkey-election

Li gor rapirsiya dawî ya Lêkolîna Yoneylem, ji %58 beşdarên rapirsiyê gotine “em qet dengê xwe nadin Erdogan” û ji %63 jî gotine “Tirkiye ne baş tê birêvebirin”

Rêvebera Lêkolîna Yoneylem Derya Komurcu encamên rapirsiya dawî ya derbarê hilbijartinên 2023an yên Tirkiyê de eşkere kir.

Li gor encamên rapirsiyê li ser pirsa “Di hilbijartina 2023an de eger Erdogan careke din bibe berbijêrê Serokkomariyê hun dê dengê xwe bidin an na.” ji %58.4 beşdaran gotine “em qet nadin” û ji %30.7 beşdaran jî gotine “Em dê dengê xwe bidin Erdogan”. Herwiha ji %9.2 beşdaran jî gotine “em bê biryar in”.

Derbarê pirsa “Tirkiye çawa tê birêvebirin” de jî ji %63.7 beşdaran gotine “Ne baş” , ji %23.1 beşdaran gotine “Baş” û ji %12.4 beşdaran jî gotine “Ne baş ne jî xirab” tê birêvebirin. Herwiha ji %0.9 beşdaran jî gotine “Em nizanin”.

Pustên heman beş