Tirkiyê operasyona “Eren Dorpêç” li Amedê destpêkir

pkk-eren-abluka-turkey-amed-diyarbekir

Artêşa Tirkiye li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijê PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi nave Eren – Dorpêç – 33 kir ku 1054 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 68 tîmên cuda têde beşdar in.

Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, Artêşa wî welatî îro 11ê Tebaxa 2022ê li parêzgeha Amedê dest bi operasyona bi nave Eren -Dorpêç – 33 kiriye 1054 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 68 tîmên cuda têde beşdarin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn di operasyonê de 51 dever li dorbera Amedê hatine control kirin û tekezî li berdewamiya operasyonên din jî hatiye kirin.

Zincîre operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi navên cuda ji sala 2017ê ve li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî tên kirin. Artêşa Tirkiye  ev derdora 9  meh in  bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê dest bi zîncîre operasyonên xwe yên nû kiriye  û ew operasyon   berdewam in.

Pustên heman beş