Rêxistinên Navdewletî li başûrê Îraqê di bin xetereyê de ne

Rêxistinên Navdewletî li başûrê Îraqê di bin xetereyê de ne

Rêxistinên NY û yên navdewletî li parêzgehên Başûrê Îraqê xeterî li ser heye û di niha de ew dudilin di kar kirinê de.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din yên navdewletî ku li bajarên başûrê Îraqê dixebitin ketîne di bin metirsiyê de, ev jî bi sedema hebûna gefên çekdarî li ser van rêxistinan, qepatkirina ofîsên UN-IOM li parêzgehên Necef û Babilê û şandina kesên di van ofîsan de kar dikin ji boy malên wan, baştirîn belge û mînakin li ser vê mijarê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, aliyên berpirs nesîhet li ofîsa rêxistina DRC kiriye ji bo qepatkirina ofîsa xwe ya li bajarê Necef û veguhastina tev proje û karên xwe ji boy bajarê Bexdayê yan yek ji bajarên din yên bakurê Îraqê û dawî anîn bi karkirina personelên xwe.

Ji aliyek din rêxistina HERARLAND a Amerîkî ku hevbeşa Komîsyona karubarên koçberan UNHCHR ê ye tev piştevaniyên maddî yên Amerîkayê ji boy vê rêxistinê ragirtine ku ji aliyê ajansa geşepêdana navdewletî ya Amerîkî USAID ve li parêzgehên “Necef, Kerbela, Al-Musena, Mîsan û Zîqar” çalakiyan encam dide, di niha de bi tenê ofîseke biçûk li Besrayê maye.

Pustên heman beş