Tirkiyê hêzeke leşkerî anî çeperên xwe yên li Idlibê

turkey-army-idlib-syria

Dewleta Tirkiyê hêzeke nû ya leşkerî anî çeperên xwe yên li parêzgeha Idlibê û li devera “Pûtîn – Erdogan”, bicîh kirin, ev jî dibe cara duyemîn di meha tebaxê de ku dewleta Tirk hêzên leşkerî dişîne Sûryê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îro roja yekşemî 14\8\2022ê belav kir ku karwaneke leşkerî yê artêşa Tirkiyê ji deryê sînoriyê “Bab El Hawa” derbasî bakurê Idlibê bû.

Destnîşan kir, li şeva derbasbûyî jî piştî nîvê şevê tank, wesaytên zirxî, kelûpelên leşkeran, rokethavêj û alavên lojîstîk hatin û ber bi baregehên artêşa Tirk yên li “Cebel El-Zawiyê” ve ketin rê û cihên din li gundewarê Idlibê.

Di 19ê tîrmehê de, çalakvanên Rewangeha Sûryê çavdêrya hêzên leşkerî yên Tirkiyê li ser rêya Erîha ya li gundewarê Idlibê kirin, ku tê de gelek çekên giran û otombîlên zirxî di nav dene, ber bi xalên Tirkiyê li “Cebel El-Zawiyê” û gundewarê Idlibê ve diçûn.

Pustên heman beş