Li Nînevayê 2 mûşek avêtin baregeha leşkerî ya Tirkiyê

Li Nînevayê 2 mûşek avêtin baregeha leşkerî ya Tirkiyê

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, îro Duşemê saet 13:50ê piştî nîvro 2 mûşek bi navenda baregeha artêşa Tirkiyê ya li Zelkan ketin.

Dijî Terorê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand, 2 mûşek bi binkeya leşkerî ya Zelkan li navçeya Başîkê a parêzgeha Nînevayê ketin.

Yek ji wan mûşekan li hundirê baregeha leşkerî ket û mûşeka din jî li derdora gundê (Gudad) ket, lê Ti ziyanek canî çênebû.

Çavkaniyê han eşkere kir ku mûşek li nêzî taxa Gogjalî ya Mûsilê hatine avêtin.

Pustên heman beş