Li Rihayê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 4 leşker birîndar bûn

riha-turkey-syria-army

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Sûriyê di encama êrîşekê de leşkerekî canê xwe ji dest daye û 4 leşker birîndar bûne.

Parêzgariya Rihayê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, li bajarokê Bîrecikê yê ser sînorê Suriyê, li dijî Bingeha Leşkerî ya Sînorî ya Çîçekalanê êrîş hatiye kirin û di encamê de leşkerekî wan canê xwe ji dest daye û 4 leşker birîndar bûne.

Hat ragihandin ku leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê û artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir şandine cihê êrîşê.

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, piştî êrîşê çend dever hatine armanckirin.

Ji aliyê din ve îro jêderên xwecihî ragihand, artêşa Tirkiyê îro ji danê sibê ve, hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran kirin.

Desteya Tendirustiyê diyar kir, di topbarana Tirkiyê de li Kobanê zarokek şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûne ku di nava wan de zarokek heye.

Li gorî jêderan jî, li Şêrewa zarokek birîndar bûye û li navçeya Zirganê jî zarokekî din birîndar bûye.

Pustên heman beş