Partiya Vatan: Dogu Perinçek û Ethem Sancak dê bi Beşar Esed re hevdîtin pêk bînin

Dogu Perinçek û Ethem Sancak-bashar-assad

Sekreterê Giştî yê Partiya Vatan Ozgur Bursali ragihand ku dê şandeyek bo hevdîtina ligel Serokê Sûriyê Beşar Esad biçe Şamê û Dogu Perinçek û Ethem Sancak jî di nav şandeyê cih digrin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Vatan Ozgur Bursali di kanala televîzyona Dogu Perinçek de eşkere kir ku di nav 10-15 rojan de dê şandeyek bo hevdîtina ligel Serokê Sûriyê Beşar Esad biçe Şamê.

Bursali got: “Di 10-15 rojên bê de şanda partiya me bi serokatiya Birêz Dogu Perinçek dê biçe Sûriyê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esad bicivin. Di şandeya me de Ethem Sancak û çend kesayetiyên girîng jî cih digrin. Derbarê serdanê de dema pêş emê hûrgiliyan eşkere bikin”.

Karsaz Ethem Sancak berê AKPyî bû û piştî axaftina xwe ya li konferansa “Ewlekariya Tirkiye û NATO” ku gotibû “Em bi piştgiriya Amerikayê bûn desthilat” bi armanca avêtina ji AKPê ew bo Desteya Rêzkariyê şandibûn. Piştî vê biryarê Ethem Sancak bi xwe ji AKPê îstîfa kiribû û 2ê Tebaxa îsal beşdarî Partiya Vatanê bûbû.

Piştî lûtkeya li Iranê û hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel Putîn mijara Sûriyê li Tirkiyê germtir bû û Erdogan piştî hevdîtina Soçî eşkere kiribû ku Putîn ji rê gotiye “Hun pirsgirêkên li Sûriyê ligel rejimê çareser bikin dê baştir bibe”.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di konferansa 13emîn ya Balyozan li Enqerê gotibû “Divê em opozîsyonê û rejima Sûriyê bi awayekî lihev bînin. Eger ev yek ne be aştiyeke mayînde çênabe”.

Pustên heman beş