Li gorî îdiaya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê baregeheke leşkerî ya rejîma Sûriyê ya li gundê Çarikli yê ya li rojavayê Kobanî kir armanc û encamê de herî kêm 19 leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û 3 leşker jî birîndar bûne.
Herwiha çavkaniyên SOHR tekez kirin ku heta niha kuştin 11 kesan hatiye piştrast kirin û heta niha nehatiye zanîn ku kesên hatine kuştin tenê leşkerên rejîmê ne yan jî sivîl in.
Di heman demê de balafirên şer xalên din li deverê jî bombebaran kirin, û dibe ku hejmara kuştîyan zêde bibe ji ber birîndaran, ku rewşa hin ji wan xerab e.