Şelal Gedo: Heta niha Tirkiyê fişar li opozîsyonê nekiriye danûstandinan bi Şamê re bike

Şelal Gedo: Heta niha Tirkiyê fişar li opozîsyonê nekiriye danûstandinan bi Şamê re bike

Endamekî ENKSê di nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de radigihîne, “Sistî û necidîbûna helwesta Netewên Yekgirtî, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, dihêle pêvajoya Astanayê bi pêş ve bikeve.”

Li ser pirsa egera asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Şelal Gedo ji K24ê re got: “Ji sala 2017an ve pêvajoya Astana li ser hesabê pêvajoya Cenêvê, herî zêde rol û bandora wê li rewşa meydanî û siyasî ya Sûriyê dibe. Desteya Danûstanan û Komîteya Destûra Sûriyê ya ku bi serperiştiya Netewên Yekgirtî birêve diçe, ji çend salan ve nekarî tiştek cibicî bikira, ji ber ku Netewên Yekgirtî, welatên rojava û Amerîka di çareseriya rewşa Sûriyê de ne cidî bûn. Li hemberê jî welatên gerentor ên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) bi cidî kar dikin. Di vê rewşê de, ji me re ne cihê matmayînê bû ku ev her sê welat, guhartinê li ser asta meydanî û siyasî ya Sûriyê çêbikin.”

Got jî: “Sistî û necidîbûna helwesta Netewên Yekgirtî, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, dihêle pêvajoya Astanayê bi pêş ve bikeve û rola wê ya sereke di guhartina helwesta Tirkiye û welatên din de çêbibe. Tirkiye niha di bin fişareke mezin a Rûsyayê de ye ku krîza Sûriyê li gorî berjewendiyên hevbeş ên her sê welatên gerentor ên Astanayê çareser bikin. Li dawiyê, ev welat dê berjewendiyên xwe berî her tiştî biparêzin.”

Got jî: “Rast e Tirkiye heta niha piştevaniya beşek mezin ji opozîsyona Sûriyê û bi taybet Îtîlafê dike û opozîsyon li wî welatî ye, lê ez ne bawer im ku di demeke nêzîk de ti guhartin têkeve helwesta Tirkiye, yan jî têkeve pêwendiyên opozîsyon û hikûmeta Tirkiyê. Ji aliyekî din ve hilbijartinên sala bê yên Tirkiyê jî, roleke wê ya gelekî giring di van siyasetên nû yên Tirkiyê de heye, ji ber ku partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê karta koçberên Sûrî li hember AK Partiyê bi kar tînin. Di vê derbarê de ne dûr e hin guhartinên din jî derbarê Sûriye, koçberên Sûriyê û pêwendiya bi opozîsyona Sûriyê re çêbibin.”

Li ser pirsa ku Tirkiye fişarê li opozîsyona Sûriyê dike ta ku dest bi danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bike, Şela Gedo got: “Heta niha me nebihîstiye ku Tirkiye fişar li opozîsyonê kiriye ta ku guftûgoyan bi rêjîmê re bike. Ne dûr e Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe, wek gelek welatan pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê asayî bike. Lê wê heta niha ti fişar li opozîsyonê nekiriye.”

Derbarê bandora nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, Şelal Gedo diyar kir: “Eger pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê asayî bibin yan nebin, ti gerentî ji bo mana qewareya (Rêveberiya Xweser) ku li Rojavayê Kurdistanê heye, tune ne. Li asta hundir û derveyî Sûriyê, ti kes vê qewareyê nas nake. Vê qewareyê heta niha nekarî danpêdanek yasayî, cemawerî, niştimanî jî werbigirta. Di hemberê de jî, ew ne qewareyeke Kurdî ye jî, ji ber ku wê parêzgeha Reqa û Dêrazor xistiya nava xwe, vêca ji sedî 70-80 ji wê ne Kurd in. Heta niha çarenivîsa vê qewareyê ne zelal e. Di vê rewşê de Kurd û qewareya heye, li pêş metirsiyeke mezin in.”

Pustên heman beş