Saziya Îstixbarata Mîllî ya Tirkiyê (MIT) ragehand, di operasyonekî de rêveberekî PKKê li Qamişlo hatiye kuştin.
Îro 21.08.2022yê Ajansa Anadolu ya nûçeyan a fermî ya Tirkiyê ragehand: ‘’Yek ji rêveberên akademiya Xebat Dêrîk a leşkerî û îdeolojîk a çekdarên PKKê / YPGê Mihyedîn gulo, roja 09.08.2022yê di operasyonekî MITê de li Qamişlo hatiye kuştin.’’
Herwaha hat ragehandin rêveberê PKKê yê hatiye kuştin, xwedî rol bûye di gelek êrîşên li ser hêzên ewlehiya Tirkiyê hatine kirin û di nav rêzên rêxistinê de û di çalakiyên dijî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di dema operasyona Kaniya Aştî û Çiqlên Zeytûnê de xwedî rol bûye.
Li gor daxuyaniya heman ajansê, Gule yek ji kesên serpereştyarê Akademiya Xebat Dêrîk a perwerdeya çekdarên PKKê bûye û di wê akademiyê de perwerdeya çek, çêkirina bombe û kuştin daye çekdarên PKK/YPGê.