Qereqola sexteya li Hindistanê piştî 8 mehan hat eşkerekirin

Qereqola sexteya li Hindistanê piştî 8 mehan hat eşkerekirin

Polîsê eyaleta Bîhar a Hindistanê girtina endamên komeke sûcdar ragihand ku 8 mehin li yek ji otelên bajêr navenda polîsan ya sexte ava kirine.

Di vê demê de endamên vê koma çeteyê cil û bergên fermîyên polîsan li xwe kirine, çek hilgirtine û tê texmînkirin ku ji sedan kesan pere stendine.

Qereqola van çeteyan 500 metra dûrî mala midûrê eminîyeta Herêmê hatiye avakirin.

Polîsan da zanîn ku endamên vê koma çeteyê ji kesên ku ji bo ragihandin û tomarkirina giliyan hatine vê navenda polîsan a sexte pere distînin û soz dane hinekan ku di berdêla pereyan de alîkariya wan bikin ji bo peydakirina xanî û kar di hêzên polîs de.

Ev sextekarî derket holê dema polîsekî rastî dît ku du endamên çeteyan li şûna çekên fermîyên polîsan çekên ku ji aliyê karxaneyên herêmê ve hatine çêkirin hilgirtine.

Polîsan diyar kir ku wan herî kêm 6 endamên çeteyan 2 jê jin girtine, lê serçete hê jî azade û nehatiye girtin.

Pustên heman beş