Barzanî serpêhatîya şehîd kirina 6 pêşmergehan ji hêla PKK’ê ve vedibêje

Barzanî serpêhatîya şehîd kirina 6 pêşmergehan ji hêla PKK’ê ve vedibêje

Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe de ya bi navê “Barzanî û Bizava Rizgarîxwaza Kurd” de ku li Hezîrana îsal 2022ê belav kiriye, basî awayê şehîd kirina 6 pêşmergeyên Kurdistanê ji hêla rêxistina PKK’ê ve dike.

Berga 5emîn yê pirtûka Serok Barzanî ya bi navê “Barzanî û Bizava Rizgarîxwaza Kurd” hatiye weşandin, di beşa yekemîn ya pirtûkê de Barzanî bas li Rewşa Kurdistanê Paş Enfalê û hevkêşeyên cîhanî dike, di rûpela 27an de jî, serpêhatîya şehîd kirina 6 pêşmergeyên bizava rizgarîxwaza kurd ji hêla PKK’ê ve, vedibêje.

Serok barzanî di pirtûka xwe da wusa çîroka şehîd kirina 6 pêşmergehan vedibêje:

Paş bi dawî bûna şerê Îraq û Îranê hatin û çûyîna pêşmergeyan û hêzên me ji boy nava wilat de hêsan nebû, tevî ku Îranîyan rê ne digirt, lê belê bê guman rewş weke berê nebû û pêwîst bû me jî rewşa Îranîyan û bi dawî bûna şer li ber çav bigirta.

Di vê navberê de hind bername û planên hevbeş bi aliyên di nava enya Kurdistanî de hebûn, aliyan jî li gorî îmakin û karînên xwe amadekariyên xwe kiribûn. Min pirr hewil da ji boy vê yekê ku bi zûtirîn dem bikarîn hêzekî bişînîn sînorê Liqa yêk ji ber ku PKK’e bi haydariya rejîma Îraqê roj li pey rojê cihê lingên xwe qayimtir dikir û li dijî PDK’ê tev digeriya, pêş vê demê mefrezeyeke 6 kesî ya pêşmergehan ku li navçeyê di erk de bûn li gundê “Şîfrezan” li ser sînor ji hêla PKK’ê ve hatin şehîd kirin, hind agahî jî hatin parvekirin ku ev pêşmerge bi saxî radestî rejîma Îraqê hatine kirin.

Ev şeş pêşmerge ev bûn:

  1. Mihemed Hemdî Wermêlî.

  2. Sedulla Avdel.

  3. Nizar Mihemed Silêman.

  4. Idris Cercîs (Ehmed Kadir).

  5. Nizmî Wermêlî.

  6. Xalid Adem Wermêlî.

Hêjayî gotinê ye, pêgeha “Darka Mazî” li rojên yekem yên weşana xwe de mijarek derbarê şehîd kirina van 6 pêşmergehan ji hêla PKK’ê û pêwendiyên vê rêxistinê yên bi rejîma Sedam re parvekiribû.

Pustên heman beş