Li Şirnexê zilamekî hevjîna xwe û 3 keçên xwe kuşt

Li Şirnexê zilamekî hevjîna xwe û 3 keçên xwe kuşt

Li navçeya Hezex a ser bi Şirnex a Bakurê Kurdistanê, kesê bi navê Hesen Karaaslan, dema hevjîna wî ya bi navê Leyla û keçên wê yên bi navên Derya (17 salî), Melek (16 salî) û Şerîfe (13 salî) di xew de bûn, bi çeka çifteyê gule li serê wan da û herçar kuştin.

Li gor nûçeya çapemeniya Tirkiyê piştî bûyerê, Hesen Karaaslan bi çeka xwe ve çû xwe radestî polîs kir û ji polîs re ragehand, hevjîna xwe û 3 keçên xwe kuştiye. Piştî ku ew hat girtin, tîmên polîs û tîmên tenduristiyê çûn cîhê bûyerê û termê wan ji bo bijîşkê dadî yê Nexwaşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Pustên heman beş