Rûsya careke din nerazîbûna xwe li hember operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da

Rûsya careke din nerazîbûna xwe li hember operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da

Wezîrê derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov careke din nerazîbûna welatê xwe li hember her êrîşeke artêşa Tirkiyê bo ser bakurê sûryê û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir. Di heman demê de wezîrê derveyê Sûriyê got ku ji bo danûstandinên ligel Tirkiyê şertên wan hene.

Wezîrê derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyeke rojnamevanîya hevbeş de ligel hevtayê xweyê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, operasyona leşkerîya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Wezîrê derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Rûsya ligel hikûmeta sûryê kar dike ku rê li ber operasyoneke leşkerîya nû bigre.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derveyê Sûriyê Feysel Miqdad bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku berî danûstandinên di navbera Enqere û Şamê de, “hurmeta serweriya axa Sûriyê bigre, ji axa Sûriyê vekşe û piştgiriya komên terorîst rawestîne”.

Miqdad got, “Şam rêzê li hewildanên Îran û Rûsyayêyên ji bo nêzîkkirina Tirkiye û Sûriyeyê dide, lê hin erk hene ku divê beriya her tiştî Enqere bi cih bîne.”

Wî ragihand, “bahwerî bi kesekî nayê kirin ku berê piştgirîya terorê kiriye”.

Wezîrê derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî niha gotbû, di navbera Enqere û Şamê de li ser asta dezgehên ewlehiyê hevdîtin û hevkarî hene.

Wî her wiha got, ti şert û mercên wanên pêşwext ji bo destpêkirina danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê nînin.

Pustên heman beş