Pentagon: Me ji bo êrîşan hişyarî da Îranê

usa-syria-iran

Wezareta Berevaniya Amerîkayê – Pentagon derbarê êrîşên asmanî yên li Sûriyê li dijî komên çekdar ragihand, Di parastina hêzên xwe de em sist nabin û tekez kir, wan hişyarî daye Îranê ku ew qebûl nakin komên çekdar ên nêzîkî Îranê li ti cihekî cîhanê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.

Berdevkê Pentagonê Colin Kahl roja Çarşembê 24ê Tebaxa 2022an di preskonferansekê de behsa êrîşên wê dawiyê yên Amerîkayê yên li dijî komên çekdar li Sûriyê kir û ragihand, ew dê bi awayekî bihêz hêzên xwe biparêzin û tekez kir, li ti cihekî cîhanê ew êrîşên li dijî hêzên xwe qebûl nakin.

Colin Kahl got: “Em di parastina hêzên xwe de sist nabin. Me bi operasyonên duh şev û bi rêyên din hişyarî daye Îranê ku em êrîşên grûpên ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, bo ser hêzên xwe li ti dereke cîhanê di nav de Sûriyê jî, qebûl nakin. Di parastina xwe de em sist nabin jî û em dê rêkarên din ên guncaw bikar bînin”.

Berdevkê Pentagon diyar kir, ku wan nexwestiye di êrîşê de kesekî bikujin, lê xwestine di asta wê êrîş de be ku 15 vê mehê li Sûriyê li dijî hêzên Amerîkayê hat kirin.

Colin Kahl got, lewra ji 11 armancên hatibûn diyarkirin, 9 ji wan hatin bombebarankirin, û ji ber ku li gor zanyariyan li herdû cihên din xelk lê hebûne, ew nehatin armanckirin.

Kahl hişyarî jî da ku eger her êrîşeke din li ser hêzên wan bê kirin, ew ê bersivê bidin.

Duh Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî êrîşên asmanî yên Amerîkayê li Dêrezor a Sûriyê şermezar kiribû û red kiribû ku ew grûpên çekdar ên ku pêgehên wan hatine bombebarankirin, ser bi Îranê ve bin.

Roja Sêşembê artêşa Amerîkayê li ser fermana serokê wî welatî Joe Biden çend êrîşên esmanî li Sûriyê li dijî pêgehên grûpên ser bi Îranê ve pêkanîbû û di êrîşê de hejmarek çekdar hatibûn kuştin

Pustên heman beş