Alîgirên PKKê bi Molotofan êrîşî bargeha partiya Heyder Şeşo kirin

 

Bi dehan alîgirên PKKê yên Êzdî îro bi Molotof û keviran êrîşî baregeha Partiya Êzdî Demokratî li navçeya Sinûnê kirin.

Îro roja sêşemî 30/8/2022ê xwepêşandanek li navçeya Sinûnê ya girêdayî Şengalê hatbû organîze kirin û tê de pêtirî 70 jin û zarok û ciwanên Êzdî yên alîgirên PKKê ku ji hêla rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatbûn handan, êrîşa baregeha Partiya Êzdî Demokratî kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, di xwepêşandanê de ku ber bi baregeha Partiya Êzdî Demokratî ya Heyder Şeşo ve çû, alîgirên PKKê bi kevir û Molotofan êrîşa baregeha partiya navbûr kirin.

Her wiha destnîşan kir, hêzên ewlekariyê yên navçeya Sinûnê ku ji boy parastina xwepêşandanê di erk de bûn, reviyane û ti bertek nîşanî alîgirên PKKê nedan yên ku bi Molotofan êrîşa baregeha partiya Heyder Şeşo dikirin.

Her li gorî çavkaniyên pêgeha Darka Mazî, paş xwepêşandanê şere teqe li nêvbera hêzên parastin Êzîdxanê yên Heyder Şeşo û çekdarên PKKê de derketiye.

Pustên heman beş