Hewlên PKKê yên veqetandina Êzdiyên Şingalê bi ser neketin
Mîrê Êzdiyan, civîneke şêwrmendiyê li gel komeke mezin ji kesatiyên olî, civakî û serokhozên Şingalê, li mêvanxaneya perestgeha Lalişê li darxst, rêxistina PKKê jî serokhozên ku beşdarî vê civînê bûne bi xaîn nas kirin.
Hewlên rêxistina PKKê yên perçekirina rêzên Êzdiyan û veqetandina Êzdiyên Şingalê bi dawî nabin, herî dawî serokhozên Şingalê yên ku berê bi PKKê re bûn, bi Mîrê Êzdiyên cîhanî û Îraqê “Mîr Hazim Tehsîn beg” civiyan û pêwîstiya yekrêzîya mala Êzdî ji Mîr re tekez kirin.
Hazim Tehsîn Seîd “Mîrê Êzdiyan li Îraqê û cîhanê û serokê Encûmena Bilinda Rohanî ya Êzdiyan” û bi amadebûna endamên Encûmena Bilinda Rohanî, roja şemî ya rabûrî 27/8/2022ê civîneke şêwrmendiyê li gel komeke mezin ji kesatiyên olî, civakî, serokhozên Şingalê û serokhozên ku berê bi PKKê re bûn û her wiha endamên partiya “PADê” li mêvanxaneya perestgeha Lalişa noranî li darxist.
Di civênî de, pêwîstiya yekrêziya mala Êzdî, rewşa Şingalê, siyaseta PKKê ya li herêmê û navçeyên Êzdiyan û her wiha pêwîstiya cîbcîkirina “Peymana Şingalê” û vegera awareyên Êzdî, hatin nîqaş kirin.
Mîr hazim di civînê de wisa axivî:
“Piştî ku rêxistina terorîsta DAIŞê êrîşî herêmên me kirî û li Şingalê li dijî gelê me jenosîd pêk anî, em îro didin zanîn ku ji bo em dengê xwe û peyama xwe bighînin hemû cîhanê, pêwîstiya me bi hev heye û ya ku ji me re pêwîste peyman û hezkirine, ji ber ku dijminên me pirin û bi xwendina dîrokê em dizanin ku dijminên me her dem xwestine me bişkînin, ji hev cuda bikin û rêzên me parçe bikin”.
Tekez kir ku divê em bibin yek dest û dengekî bihêz li pêş Hikûmeta Federalî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo bidestxistina daxwaziyên xwe û bidestxistina mafên xwe yên rewa.
Wî diyar kir ku erkê mine wek Mîrê ola Êzdî û hûn jî bi rya nûnertiya civaka xwe weke ol û eşîran daxwaza mafên gelê xwe bikin û piştguh nekin û ev maf bêy bidestxistina yektiya me û yektiya gotara me, nayê bidestxistin.
Mîr got: “Ezê serdana Şingalê bikim û li benda pêkanîna Hikûmeta dahatî bim, daku serdanekê bo Bexdayê jî saz bikim, daku bi Hikûmeta Îraqê re li ser rewşa Êzdîyan li kampan û Şingalê xalan bibêjim”.
Mîrê Êzdiyan, tekezî li ser gotinên Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kir ku Êzdî beşeke pêkve ya gelê Kurd in û tu kes nikare Êzdiyan ji Kurdistanê derxîne.
Di dawiya axaftina xwe de Mîr got ku jinên Êzdî yektiya xwe didomînin û em hemû ji bo jinên Êzdî bêy feriq û cudahî tevdigerin.
Kesatî û serokhozên Şingal û serokhozên ku berê bi PKKê re bûn, hevrê bûn ku sedema sereke ya çolbûna Şingalê ji boy siyaset û sitema PKKê û Heşda Şabî vedgere ku ev herdu hêzên nemeşrû li himberî avedankirin û vegera koçberan bûne astengî, hemwext bûne astengî li hemberî cîbcîkirina Peymana Şingalê.
PKKê serokhozên beşdarî civîna mîr bûyn bi xaîn naskirin
Civîna Mîrê Êzdiyan ya bi kesatî û serokhozên Şingalê, dihête wê wateyê ku hewlên PKKê yên veqetandina Êzdiyên Şingalê û perçekirina civaka Êzdî hertim wê rastî şkestinê bihên.
Girêdayî siyaseta PKKê li Şingalê, Mîrê Êzdiyan duh roja duşemî 29/8/2022ê daxuyanî ji çapemeniyê re da û got: “Heta ku PKKe û Heşda Şabî li Şingalê mabin, awareyên Êzdî dê ne amade bin ku vegerin warê xwe”.
Hemwext got: “Em ji cîbcînekirina Peymana Şingalê nîgeranin, em dixwazin Peyman were cîbcîkirin û Êzdî vegerin warê xwe”.
Hêjayî gotinê ye, çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin ku kesatî û serokhozên Şingalê yên ku beşdarî civîna Mîr bûne, ji hêla rêxistina PKKê ve bi xaîn hatine nas kirin û PKKê ji rêzên xwe derxstine.