Fermandarekî nêzî Karayilan hat kuştin

Umît Tarhan-rezan-amed-pkk-hpg-kurdistan-turkey (3)

Rêxistina PKKê, îro jiyan ji dest dana fermandarekî xwe yê HPGê bi navê “Rêzan Amed” ragihand ku di êrîşeke dewleta Tirkiyê de li başûrê Kurdistanê, hatiye armanc girtin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja pêncşemî 1/9/2022 ê jiyan ji dest dana fermandarê xwe yê bi navê “Umît Tarhan” û kodnavê Rêzan Amed ragihand û got ku Rêzan li 22 gulana îsal 2022 ê li Herêmên Parastinê yê Medya, ji hêla dewleta Tirk ve hatiye armanc girtin.

Rêzan Amed bi kesekê nêzî Murat Karayilan yê rêveberê PKKê tê nas kirin û HPGê di daxuyanya xwe de gotiye ku emê tola wî hilînîn.

Girêday kuştina Rêzan, saziya îstixbarata Tirkiyê duh roja çarşemê 31/8/2022 ê ragihand ku “Umît Tarhan” yê berpirsê meşq û perwerdehîya leşkerî ya HPGê, di operasyoneke “MÎTê” de li çiayê Garê hatiye kuştin.

Rêzan kî ye?

Umît Tarhan-rezan-amed-pkk-hpg-kurdistan-turkey (3)

Navê wî Umît Tarhan e, ew ji Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye, navê dayîka wî Seadet Abdullah e, li sala 2007 tevlî rêxistinên PKKê yên li Ewropayê bibû, piştire salekê li wir hat zîndan kirin, li sala 2009 ê tevlî refên Gerîlla bû, rêxistlnê ew şandibû Rojava Kurdistanê û piştre veguhest çiyayên Başûr, piştre dibe fermandarekî HPGê, li roja 18 gulana îsal 2022 ê ji hêla Tirkiyê ve hat kuştin.

Pustên heman beş