Leşkerekî din ê Tirkiyê li sînorê Herêma Kurdistanê hat kuştin

Leşkerekî din ê Tirkiyê li sînorê Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Pêncşemê ragihand, leşkerekî din yê Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Efserê Tirk ê bi navê Okan Meteoz di encama teqîna bombeyek ê de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat ragihandin, Okan Meteoz di 1’ê Îlonê de li herêma Operasyona Pence – Kilîd de di encama teqîna bombeyê de birîndar bû.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022an de li dijî PKKê li herêmên Zap, Matîn û Avaşînê operasyona bejahî û asmanî a bi navê Pence – Kilîd dabû destpêkirin.

Pustên heman beş