PKK’ê bi rêya Parlamenterê HDPê û saziyên sivîl banga agirbestê kir

PKK’ê bi rêya Parlamenterê HDPê û saziyên sivîl banga agirbestê kir

Saziyên sivîl ên li bajarên Bakurê Kurdistanê, peyamên xwe yên Roja Aştiya Cîhanî li Diyarbekirê ragihandin. Di daxuyaniya hevpar ya saziyên sivîl de, bal hat kişandin ku şer û pevçûn her têkçûyîn, qeyranên civakî, mirin û êşan peyda kiriye. Loma jî destpêkirina bi rêbazên aştiyane lêgerîna aşîtiyê misoger e.

Li Diyarbekirê nêzîkî 500 saziyên sivîl yên li 23 bajêrên bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar Roja Aştiya Cîhanî pîroz kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku cografya Kurdistanê her wek qada şer bûye û loma jî dengê aşitîyê yê ku ji vê erdnîgarîyê bilind dibe watedartir e.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier diyar kir: “Daxwaza me ji temama gelê cîhanê ev e ku sed sal e li ser axa Kurdistanê şer heye û aştiyekî pêk nayê. Çawa ku em ji welat û gelan re aşitî dixwazin, tenê bi daxwaza me nabe û bi awayekî bila bikevin navbera vî şerî û bidin rawestandin. Û bila Kurd jî weka miletê din yên li dinyayê, li ser axa xwe, bi aramî, azadî û serbixwe bijîn.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê da zanîn ku piştî ew qas şer û aloziyan serdemeke ku pêwistî bi aştî û aramiyê heye misoger bûye û divê Tirkiye jî êdî vê rastiyê bibîne û li gor vê rastiyê jî gavên aştiyane sazûman bike.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya destnîşan kir: “Ji 23 bajaran, nêzîkî 500 saziyên sivîl îro pêkve peyamekî belav kirin. Bi her awayî belkî serdemeke ku herî zêde pêwistî bi aştî û aramîyê heye de em derbas dibin. Destpêkirina aştiyeke li Tirkiyê, hem pişeya karsazî, hem civakê, hem jî welatên li herêmê û derdor herkesî eleqedar dike. Yanî êdî divê piştî ew qas şer û aloziyan, li welatê me xebatên aştiyane dest pê bikin. Ev jî ne bi pevçûnan, lê bi beşdariya hemû aliyên civakî divê em sazûman bikin.”

Rêvebirên saziyên sivîl balê kişandin ku serdemên dan û sitendin tên kirin û pêvajoyên aştiyê tên meşandin de, li gel ku civak kêmtirîn zirar dibîne, geşepêdan û pêkvejiyan jî zêdetir bipêş dikeve. Loma jî bang û daxwaza demildest rawestandina pevçûnan û destpê kirina dan û sitendinên aştiyane hat kirin.

Pustên heman beş