Nifûza PKKê li Silêmaniyê herku diçe bihêtir bihêz dibe

slemani-pkk-nifuz-iraq-kurdistan-puk-ynk (1)

Herku diçe rêxistina PKKê nifûza xwe ya li Silêmaniyê bêhtir bihêz dike, bi awayekî êdî ew bi destûra Zona Kesk her tiştê dixwaze li vî bajarî encam dide, tewanên qetil kirinê, înfaz û tehdîd ji çalakiyên herî diyar yên PKKê ne li Paytexta Rewşenbîriyê.

Îro otomobîla kadiroyekê bereya Tirkimenî ya Îraqê teqiya, sedema teqînê bombeyek bû ku li gorî berdevkê bereya Tirkimenî, ew bomb bi ihtîmaleke pir mezin ya PKKê be.

Bûyera teqînê li taxa Şêxan ya bajarê Silêmaniyê qewmî, bombe teqiya û kadiroyê bereya Tirkimenî bi giranî birîndar bû, herdu lingên zirzrek mezi dîtine.

Kesê ku bombe di otomobîla wî de teqiyayî, navê wî “Necmeddîn Welî Ebdullahe” ew bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê tê derman kirin.

Mihemed Seman berdevkê bereya Tirkimenî ya Îraqê eşkere kir, beriya niha rêxistina PKKê nameyeke gefxwarinê ji Necmeddîn Welî Ebdullahe re şandiye û wî jî wezareta navxwe ya Îraqê bi wan gefên PKKê haydar kirbû.

Hêzên polîs û Asayîşa Silêmaniyê dest bi lêkolîna li bûyerê kirine lê belê hêjan ti daxuyanî nedane û ihtîmaleke pir mezin encama lekolînê PKKê tohmetbar nake.

Enya Tirkimenî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku “tedbîrên pêwîst” bigre ji bo naskirina tohmetbaran û şandina wan ji bo dadgehê ji bo wergirtona cezayên wan yên yasayî.

PKKe û Silêmanî

Rêxistina PKKê her ku diçe hejmûn û nifûza xwe ya li Silêmaniyê bêhtir bihêz dike, bi awayekî ku êdî tiştê dixwaze li vî bajarî li ber çavên YNKê encam dide.Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirine, PKKe kariye rêxistnên xwe di navenda Silêmaniyê de wezîfedar bike, rêxistinê şîrket li Silêmaniyê hene, îsixbaratên PKKê di bin navên bizinzmen, karmendên resturant û kafê û fabrîkeyan li her derê ne, YNKe jî bi sedema peymanên xwe yên jêr bi jêr yên bi Qendîlê re, rêgiriyê nake, ango PKKe vê yekê bi destûra YNKê li Silêmaniyê encam dide.Hêjay gotinê di sê salên rabûrî de, bi dehan kadiroyên PKKê li Silêmaniyê hatine înfaz kirin, herî dawî jî PKKê gef li hejmareke rojnamevan xwarbû û bi sedema wan gefan hinek ji wan dev ji karê rojnamevaniyên berdan.

Pustên heman beş