Tirkiyê bi doşkê mala hemwlatiyekî gundê Hirorê gullebaran kir

pkk-turkey-hiror-duhok

Artêşa dewleta Tirk êvara îro gulleyên Doşkê berdan mala hemwlatiyekî gundê Hirorê yê girêdayî parêzgehîya Dihokê û zirar li pey êrîşê hatine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, êvara îro roja şemî 3/9/2022ê li saet 3:30 êvarê leşkerên Tirkiyê bi çeka Doşkê gulle berdan mala hemwlatiyekî gundê Hirorê yê bi navê Hecî Ebdulla Hesen Tahir û zirar bi malê ketine.

Destnîşan kir, mala ku ketiye ber êrîşê dikeve jêriya gundê Hirorê û ew mala bi tenê li wir heye, zirar bi malê ketine lêbelê zirarên canî tune ne.

Li gorî agahiyên destê me, çekdarên PKKê li dora gundê Hirorê û li nava gund jî hene, lê belê artêşa Tirk malên hemwlatiyan hedef digre ji bo ku gund bi temamî were çol kirin.

Pustên heman beş