MÎTê kuştina berpirsekî din ê PKKê ragihand

pkk-sinjar-turkey-kurd-kurdistan-kck-hpg-

Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) kuştina berpirsekî PKKê li qezaya Şingalê ragihand.

Ajansa “Anadolu” ragihand, di operasyoneke MÎTê de rêvebirê PKKê Bedirxan Abî (Darav Gevda) li Şingalê hatiye kuştin.

MÎT’ê diyar kir ku Bedirxan Abî welatiyê Bakurê Kurdistanê ye û li Şingalê di asta berpirsyariyê de tevdigere.

Bedirxan Abî ku di sala 2011’an de ji bejahiya Şirnexê tevlî nava refên PKK’ê bû, piştî li Şirnexê çalakiyên çekdarî pêk anîn, berê xwe dabû bejahiya Colemêrgê/Geverê.

Da zanîn jî, Bedirxan Abî pişt re ji aliyê rêvebiriya PKKê ve ji bo Şingalê hatiye şandin û li Şingalê bû berpirsê tugaya PKK/YBŞê.

Roja 31ê Tebaxa borî jî, Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) ragihandibû, Berpirsê Akademiyên PKKê yên Rahênana teqameniyan PKKê Umîd Tarhan di operasyoneke taybet de li çiyayê Garê hatibû kuştin.

Pustên heman beş