Kiliçdaroglu: Ez amademe bibim berbijêrê Serokomarê Tirkiyê

Kiliçdaroglu: Ez amademe bibim berbijêrê Serokomarê Tirkiyê

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berbijêrî ango namzediya xwe ya ji bo postê Serokomariya Tirkiyeyê ragihand. Kiliçdaroglu eşkere kir, eger partiyên şeş qolî li ser namzediya wî lihev bikin, ew ji bo vî erkî amade ye. Serokê CHPê her wiha li ser daxuyaniya parlamenterekî xwe ya di derheqê HDPê de zelalkirinek da û got, partiyên şeş qolî dê biryarê li ser dayîna postê wezaretekê bo HDPê bidin.

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, amadebûna xwe ji bo namzediya postê Serokomariya Tirkiyeyê ragihand. Kiliçdaroglu di bernameyeka televîzyonî de eşkere kir ku, ger partiyên şeş qolî li ser namzediya wî lihev bikin, ew ji bo vî erkî amade ye.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekînî di berbnameyeke televîzyonî de gotibû, heke ew di hilbijartinan de bi ser bikevin, ew dikarin postê wezaretekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ev axaftin ji opozîsyonê heta desthilatê gelek alî nerazî kirine.

Serokê CHPê derbarê axaftina parlamenterê xwe de diyar kir, biryara dayîna wezaretekê bo HDPyê, serokên şeş partiyan dê bidin û got: “Dema em biryar bidin, em wekî şeş serok rûnin û biryar bidin. Biryarên şeş serokan jî bi îmzeyekê ji raya giştî re tê ragihandin. Hin kes dikarin axaftinên xeyalî bikin. Li vir ya girîng, birayara şeş serokan e.”

Hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê dê di Hezîrana 2023an de werin kirin û heta niha tenê Serokê AK-Partiyê Tayyîp Erdogan namzediya xwe ragihandiye û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî roja Yekşemê eşkere kiribû ku namzedê wan Erdogan e.

Pustên heman beş